Hasan Cemal: Deng bidin, xwedî li sindoqê derkevin

Ji namzetên Partiya Çepên Kesk Hasan Cemal got, "Hûn ê vê Yekşemê dîrokê binivîsînin. Deng bidin, xwedî li sindoqê derkevin."

Ji Partiya Çepên Kesk bang li gel tê kirin ku deng bidin û xwedî li sindoqan derkevin.

Namzetê parlamenteriyê yê Stenbolê yê ji Partiya Çepên Kesk Hasan Cemal got, "Kêm ma ku dîrok bê nivîsandin. Piştî 2 rojan, Yekşemê di 14'ê Gulanê de biçin dengdanê û dîrokê binivîsînin. Dengekî bidin Partiya Çepên Kesk, dengekî jî bidin Kiliçdaroglû."

Hasan Cemal got, "Ne tenê deng bidin her wiha sindoqên dengdanê jî ewle bikin. Hûn ê Yekşemê dîrokê binivîsînin."